Rechercher dans ce blog

vendredi 26 décembre 2008

2009: sala xizantiyê ye?

Rewşa aboriya cîhanê gelekî dijwar e û di sala 2009’an de dê dijwartir be. Mixabin, planên ku hatin avakirin nikaribûn rê li ber krîza nawnetewî bigirin.

Gelek welatên ku pirr entegreyê sîstema cihanî nebûne dîsa jî zerarê ji krîzê dibînin. Sedema wê fênomenê globalîzasiyon e. Pêwendiyên di navbera welatan de dibin wek kanalîzasiyon û belavbûna şokên aborî leztir dikin. Lewma, krîza ku li Emerîka destpêkir, di nav sê mehan de, bû pirsgirêkek nawnetewî.

Rêjeya bêkariyê bilind dibe

Roj bi roj nûçeyên nebaş di rojevê de cîh digrin. Derd ser derdan zêde dibin û şert û mercên jiyanê aloztir dibin.

Gelek mirovên ku heta niha rewşa wan a aborî baş bûn berbi xizantiyê diçin. Neçar dimînin ku destê xwe li ber saziyên alikarîyê vedikin. Hejmara mirovên ku nikarin debara xwe bikin bilind dibe.

Pirr kes ji kar tên avîtin, pirranî jî ji sektora fînansê. Rêjeya bêkariyê (unemployment rate) li Emerîka gihîşt 6,7%. Ji destpêka sala 2008’an heta niha, 1,9 milyon Emerîkî bêkar man. Lê li Ewrûpa (Yekîtiya Ewrûpî), ev rêjeya zêde nehatiye guhertin (6,8%). Mixabin, li gorî analîstan bêkariya ku li Ewrûpa destpêkiriye dikare ji nişka ve zêdetir bibe.

Krîzê fermana sektora otomobîlê jî da

Dû sektora avahî re, krîz niha jî sektora otomobîl di nav agirê xwe dişewitîne. Bêgûman, divê ev sektor ji nû ve were avakirin.

Şîrketên herî mezin û navdar wek General Motors û Chrysler ser serî dikevin. Îro, bi milyar dolaran per tê dayin, lê dîsa jî ev fînansmana (17,4 milyar dolar) ku ji aliyê Dewletê ve tê kirin ne bes e. Tê dîtin ku her du şirket digel vê alikariyê berbi rewşek xeter diçin.

Toyota, şîrketa japonî, ji avakirina wî heta niha (70 sal) cara yekemîn e ku zerarê dike. Ji bo sala 2008-2009, zerara wî digihîşe 1,22 milyar euro.

Bazirganiya nawnetewî sist dibe

Welatên ku mezibûna aboriya (economic growth) wan bi derveşandinî (export) ve girêdayî ye pirr zerarê ji krîzê dibînin. Dema ku derveşandinî kêm dibe welatên wek Elmenya û Çîn nikarin hilberîna (production) xwe bifiroşin. Lewma rewşa wan a aborî li gorî welatên din xirabtir dibe.

Japonya ku wek hêzek bazirganî li cîhanê tê naskirin bû qurbana krîzê. Derveşandiniya wî ji nişka ve sekinî û ev jî bandora krîzê li ser aboriya japonî aloztir dike. Mixabin instrûmanên wek derfet tên bikar anîn gelekî kêm in. Rêjeya faîzê ku di nav wan instrûmanan cîh digire li Japonya nêzikê sifirê ye. Lewma pêwîst e ku Japonya çareseriyek nûjen biafirîne.

Avakirina planên aborî

Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa amadekariya planên aborî dikin. Barack Obama, serokê Emerîkayê nû, hêvîdar e ku bi veberhênana (investment) xwe ya 850 milyar dolaran 3 milyon karên nû saz bike. Yekîtiya Ewrûpî dixwaze ku 27 emdamên wî planek 200 milyar euro avabikin. Lê Elmenya nezarîbûn xwe nîşan dide ji ber ku naxwaze ji dêl welatên din ve lêçun (expense) bike.


Bêgûman, faktûra sala 2008 giran bû lê wisa tê xuyakirin ku faktûra 2009 dê girantir be. Li gorî pirsporên aborî, ev krîz dê di destpêka 2011de bidawî bibe.