Rechercher dans ce blog

mardi 14 octobre 2008

Li dû Plana Paulson re Plana G7

Krîza prîmabilind dibe sedema krîzên cuda, ji wan krîzan yek jî bêgûman krîza baweriyê ye. Qurbanên yekemîn banqayên biçuk in ji ber ku derfêtên wan ên hemberî krîzê berxwebidin tune. Lewma gelek enstîtuyên fînansî diçin îflasê.

Plana Paulson bawerî neda borseyan

Plana Paulson ku ji aliyê Banqaya Navendî ya Emerîka (Fed) û Xazîna dewletê (Treasury) ve hat amade kirin, baweriya veberdêran (investors) tew xurt nekir. Endîsên borseyên welatên dewlemend her ku diçin dikevin. Ev ketina jî nişan dide ku veberdêr li benda garantiyên xurt û demdirêj in.

Daxwaziya veberdêran : Planek cîhanî yan jî Planên netewî ?

Çend roj berê, Banqaya Navendî ya welatên dewlemend (Emerîqa, Japon, Yekitiya Ewrûpa) xwastin krîza likîdîtê (crisis liquidity) ji holê rakin. Çareserî jî di xistina rêjeya faîzê (interest rate) de ditîn. Mixabin wek dihate hêvîkirin borseyan reaksyonek pozîtîf nîşan nedan û Euribor (rêjeya faîzê di navber banqayan de bi perê ewrûpî €) û Libor (rêjeya faîzê bi dolar) jî neketin.
Çareseriyên pêk hatin tew bandor li ser krîzê nekirin û xuya dike ku krîz wek agirek gurr berdewam dike. Niha jî dewletên ewrûpî dixwazin bi Plana G7’ê vî agirî vemirînin.

Civîn û Plana G7


Grupa Heft Welatên dewlemend (Emerîqa, Canada, Japon, Fransa, Elmanya, Îtalya û Inglîstan) hefta derbasbuyî civînek lidarxistin û krîz şîrove kirin.
Serokkomarê Fransayê û niha jî serokê Yekîtiya Ewrûpayê Nicolas Sarkozy dixwast Planek ewrûpî were amade kirin. Lê Elmanya nerazîbûna xwe li hember insiyatîfek wiha anî zimên û xwast çareserî bi awayekî netewî be. Bêguman, Dewleta elman naxwaze hemwelatiyên wî banqayên biyanî finanse bikin.
Li dû vê civînê re, G7 biryar girt ku ew ê nehêle banqayên wî biçin îflasê. Ji bo ev biryar pêk were, Elmanya, Fransa û Îspanya fonên netewî ava kirin. Elmenya wek garantî 480 milyar euro pêşkeşî banqayên xwe kir, Fransa 360 milyar euro û Îspanya jî 100 milyar euro. Armanca fonên netewî zexmkirina (consolidation) sistema navbanqayî ye, yanê banqayên perê wan heye êdî dikarin bê tirs bidin ev banqayên ku pêwîstiyên wan hene ji ber ku Dewlet garantiyê dide.

Plana G7 planek bi rûmet e û dikare hêviyek mezin bide borseyan lê niha tiştekî diyar tuneye. Ji bo baweriya veberdêran û hemwelatiyên xwe xurtir bike Serkkomarê Fransayê da xuyakirin ku berpirsiyarên krîzê dê bê siza (ceza) nemînin.


Fînans bi Kurdî
13 / 10 / 2008

mardi 7 octobre 2008

Krîza prîmabilind û Plana Paulson

Krîza prîmabilind her ku diçe giran dibe û bandorek gelekî xirab li ser sistema banqayan dike. Gelek banqa çareseriyê di alîkariya dewletan de dibînin. Mînaka herî baş Plana Paulson e.

Plana Paulson çi ye ?


Piştê îflaskirina Lehman Brothers, Dewletên Yekbûyî yên Emerîqa biryar girtin ku fonekî li hember krîzê saz bikin. Ev plana bi navê wezîrê aborî û fînansê yê Emerîqa Paulson hat bi nav kirin. Dû dengdayina duyemîn re, Kongra ya Emerîqa Plana Paulson pejirand.
Plana Paulson ji aliyê Banqaya Navedî ya Emerîka (Fed) û Xazîna dewletê (Treasury) ve hat amade kirin. Plana rizgariya Banqayan bi perê gelê emerîqî ve dê were fînanse kirin. Li gorî analîzan, her hemwelatiyek emerîkî dê 2.000 dolar bide ji bo fînansmana vê Planê. Bi giştî, BNE (Fed) û Xazîna dewletê xwastin fonek 700 milyar dolarî ava bikin.
Ev Plana dê di sê gihanekan de pêk were. Destpêkê de, Xazîna dewletê dixwaze 250 milyar dolar bide, paşê 100 milyar û dawî re jî 350 milyar bi destûriya Kongra emerîqî.

Armanca Plana Paulson

Banqayan di nav çend salan de gelek krêdî dan mirovên ku dixwastin xanî bikirin. Lê gelek ji van mirovan nikarin deynên xwe bidin. Bi vî awayî, gelek banqa diçin îflasê ji ber ku nikarin perê xwe ji deyndarên xwe bigrin.
Bi vî fonê 700 milyar dolarî, Emerîqa dixwaze aktîfên toksîk (deynên pere nakin) ji banqayan bikire. Ev jî tê wateya ku dewleta Emerîqa dê bibe xwediyê hîsseyên gelek banqa û şîrketên fînansî.

Hêviyên Plana Paulson

Admînîstrasyona Bush hêvî dike ku ev Plana baweriya veberdêran xurt bike û tensyonê borseyan bixîne.
Vê demê pirsgirêka herî mezin a borseyan baweriya veberdêran e. Dema ku bawerî tunebe, kes hîsse û aktîfên fînansî nastinîn. Ev reaksyon jî dibe sedema erzanbûna hîsse yên şîrketan, yanê em dikarin bêjin ku fînansmana wan kêm dibe.

Plana Paulson : çareseriyek bi kêmasî ?

Li gorî ekonomistên navdar, ev Plan nikaribe bibe bersivek giştî ji bo krîzek navnetewî.
Tê xuya kirin ku nezelaliya Plana Paulson veberdêran di nav gûmanan de dihêle. Iroj, ketina endîsên borseyan wek CAC 40 (Fransa) Dow Jones (Emerîqa) Dax (Elmenya), Nikkei (Japon) kûrbûna krîzê nişan dide.


Rewşa borseyan her ku diçe xirab dibe. Veberdêr li benda çareseriyên xurtir in.
Fînans bi Kurdî
07 / 10 / 2008

vendredi 3 octobre 2008

Bayê krîza prîmabilind (subprime) her ku diçe kur dibe

Krîza ku borseyên cîhanê dihejîne li Emerîqa destpêkir. Bi taybetî, ev krîza di sektora xanîyan de hat xuya kirin.
Wek hun dizanin, welatiyên emerîqî bi kredî li ser piyan disekinin. Bi giranî, gelê emerîqî xwe deyndarê banqayan dike û ji xwe re tiştên wek trembêl, xanî û hwd dikire.
Bê gûman, bandora sistema krêdiyê li ser aboriya Emerîqa baş dikare were dîtin, lê dema ku ev sistema bê kontrol were bikar anîn, pirsgirêkên aborî destpêdikin. Krîza niha krîzek finansî ye lê roj bi roj dibe krîzek aborî.

Mazata xaniyan û belavkirina krêdiya bi prîmabilind (Subprime)

Mazata xanîyan (house market) di despêka sala 2000 de ji bo veberdêran (investors) bû sektorek balgêş. Wê demê Banqaya Navendî ya Emerîqa (Fed) rêjeya faîzê (interest rate) jî dixist. Lewma hejmara daxwaza krêdiyan zêde dibû.
Mirovan ji banqayan krêdî digirtin û ji xwe re xanî dikirîn. Lê hemû kesan nikarîbûn krêdî bistandana ji ber ku rewşa wan a aborî bawerî nedida banqayan. Ji bo krêdî bidin ev mirovên bi rîsk, banqayan prîma rîsk bilind kirin û xanîyên wan jî wek garantî hîpotek kirin. Di sala 2006 de, krêdiyên bi prîmabilind gihêştin 10.200 milyar dolar (13% krêdiyên hipotekî).
Hejmara Kirîgeran bilind dibû, ev jî dibû sedema bihabûna xanîyan. Ev rewşa banqayên krêdî didan gelekî kêfxweş dikir ji ber ku garantiyên wan roj bi roj zexmtir dibûn.

Destpêka krîza prîmabilind

Ev rewşa bikêf zêde berdewam nekir ji ber ku hejmara qurbanên prîmabilind roj bi roj pirr dibe. Li gorî heljimaran, hejmara mirovên xanîyê wan banka dest daye ser gihêştiye 1.3 milyon.
Mirovên krêdî stendibûn, yanê deyndarên banqayan, ketin nav tengasiyan û dest ji deynê xwe dayinê berdan. Sedema vê pisgirêkê jî bilind kirina rêja faîzê ye. Bi awayek paralel xanî jî erzan bûn.
Rewşa banqayên ku krêdî dabûn û xanî hîpotek kiribûn ber bi xeterek finansî diçe. Ji niha ve çend banqayên emerîqî çûn îflasê. Deyndarên wan deynê xwe nikarin bidin û garantiyên wan jî pere nakin. Bi vî awayî gelek banqayên din ew ê biçin îflasê.
Fînans bi Kurdî
03 / 10 /2008