Rechercher dans ce blog

vendredi 3 octobre 2008

Bayê krîza prîmabilind (subprime) her ku diçe kur dibe

Krîza ku borseyên cîhanê dihejîne li Emerîqa destpêkir. Bi taybetî, ev krîza di sektora xanîyan de hat xuya kirin.
Wek hun dizanin, welatiyên emerîqî bi kredî li ser piyan disekinin. Bi giranî, gelê emerîqî xwe deyndarê banqayan dike û ji xwe re tiştên wek trembêl, xanî û hwd dikire.
Bê gûman, bandora sistema krêdiyê li ser aboriya Emerîqa baş dikare were dîtin, lê dema ku ev sistema bê kontrol were bikar anîn, pirsgirêkên aborî destpêdikin. Krîza niha krîzek finansî ye lê roj bi roj dibe krîzek aborî.

Mazata xaniyan û belavkirina krêdiya bi prîmabilind (Subprime)

Mazata xanîyan (house market) di despêka sala 2000 de ji bo veberdêran (investors) bû sektorek balgêş. Wê demê Banqaya Navendî ya Emerîqa (Fed) rêjeya faîzê (interest rate) jî dixist. Lewma hejmara daxwaza krêdiyan zêde dibû.
Mirovan ji banqayan krêdî digirtin û ji xwe re xanî dikirîn. Lê hemû kesan nikarîbûn krêdî bistandana ji ber ku rewşa wan a aborî bawerî nedida banqayan. Ji bo krêdî bidin ev mirovên bi rîsk, banqayan prîma rîsk bilind kirin û xanîyên wan jî wek garantî hîpotek kirin. Di sala 2006 de, krêdiyên bi prîmabilind gihêştin 10.200 milyar dolar (13% krêdiyên hipotekî).
Hejmara Kirîgeran bilind dibû, ev jî dibû sedema bihabûna xanîyan. Ev rewşa banqayên krêdî didan gelekî kêfxweş dikir ji ber ku garantiyên wan roj bi roj zexmtir dibûn.

Destpêka krîza prîmabilind

Ev rewşa bikêf zêde berdewam nekir ji ber ku hejmara qurbanên prîmabilind roj bi roj pirr dibe. Li gorî heljimaran, hejmara mirovên xanîyê wan banka dest daye ser gihêştiye 1.3 milyon.
Mirovên krêdî stendibûn, yanê deyndarên banqayan, ketin nav tengasiyan û dest ji deynê xwe dayinê berdan. Sedema vê pisgirêkê jî bilind kirina rêja faîzê ye. Bi awayek paralel xanî jî erzan bûn.
Rewşa banqayên ku krêdî dabûn û xanî hîpotek kiribûn ber bi xeterek finansî diçe. Ji niha ve çend banqayên emerîqî çûn îflasê. Deyndarên wan deynê xwe nikarin bidin û garantiyên wan jî pere nakin. Bi vî awayî gelek banqayên din ew ê biçin îflasê.
Fînans bi Kurdî
03 / 10 /2008

Aucun commentaire: