Rechercher dans ce blog

samedi 25 juillet 2009

Şerê li dijî xizaniyê û Mîkro-kredî… (I)

Wek li hemû deverên cîhanê, li Kurdistanê jî mirovên xizan gelek in. Bêgûman, ev xizanî dibe sedama dijwarbûna jiyana rojane û mirinê bi xwe re tîne.

Mixabin, her roj em dîmenên zarokên birçî û jinên bî dibînin û pirr caran em xwezayê an jî qederê dikin berpirsiyarê vê rewşê. Dema ku mirov bala xwe dide heljimaran, tê dîtin ku dewlemend zêde dewlemend û xizan zêde xizan dibin. Ev tabloya reş dide xuyakirin ku dewlemendiya cihanê bê edalet tê parve kirin.

Di beşa aborî de, gelek teorî derketin holê da ku rewşa aborî baş bibe û têkeve xizmeta mirovatiyê. Lê, tê zanîn ku di 2009'an de 2,5 milyar kes rojê bi 2 dolaran jiyana xwe berdewam dikin. Ev rewş ne rûreşiya xwezayê ye lê a mirovatiyê ye.

Xîzan ji birçîna dimirin…

Kapîtalîzm xwe wek sîstemek serkeftî nîşan dide. Komunîzm jî hîn pey xewna wekhebûnê ketiye. Herdu sîstem jî ji feqîran re dibêjin: "pîrê memire bihar tê". Bi kurtasî, Komûnîst û Kapîtalîst li ser ideolojiyan li hev nakin û xizan jî ji birçîna dimirin.

Krîza fînansî ku bandora wî li hemû welatan didome wek kansêra kapîtalîzmê tê binav kirin. Bandora nexweşiya vê sîstemê li gorî mirovan tê guhertin. Dewlemend dikarin bi hêsanî li ser lingan bisekinin lê xizan wek herdem dibin qurbanên yekemîn.

Xizanî li Kurdistanê

Ev krîz li Kurdistanê feqîran ber bi perîşaniyê ve dibe. Bêgûman, zarokên ku li bajarên welatê me benîşt û desmalan difroşin dikarin zêde bibin û dibe ku neçar bimînin dest bi parsê bikin. Xeteriyek wisa ne ji bo dewlemendan ne jî ji bo ewlekariya civakê baş e. Lewma, divê hinek gav werin avêtin.

Li Kurdistana bakur, di vî warî de şaredariya Amedê dixwaze bi projên xwe yên civakî pêşiya xizaniyê bigre, lê mixabin dewleta tirk derfetan nade. Heta niha bi van xebatan gelek encamên pozîtîf hatin bidestxistin.

Wek birêz Osman Baydemîr got, van projan dikarin li bajarên din pêk werin. Dawxazî tenê ne bes e, divê fînansmanek xurt hebe. Şaredariyên li Kurdistana bakur hewcedarî dewleta tirk in. Lewma, xebatên wan ên li dijî xizanî bi sînor e.

Kurdistana başûr wek dewletek federe dikare gelek tiştên baş bike û bibe mînak ji bo rojhilata navîn. Divê destûrmendên dewletê li ser sîstema mîkro-kredî bifikirin.

Mîkro-kredî çi ye û çawa li Kurdistana başûr dikare pêk were?

Ev mijar di gotara duyemîn de dê were niqaş kirin.