Rechercher dans ce blog

mardi 11 novembre 2008

Krîz û pêwîstiya nûsaziyan (reforms)

Di demeke kurt de krîza fînansî bi awayekî balkêş li hemû welatan belav bû. Di destpêkê de, gelek berpirsiyarên siyasî pesnê aboriya xwe didan. Ji wan yek jî serokê Tirkiyê Tayyip Erdogan bû. Wek herdem, ji bo xurtbûna xwe nîşan bide, Tirkiyê nexwast alikariya IMF-ê bipejirîne. Lê niha jî, Tirk alikariyê ji welatên ereban dixwazin û bêgûman IMF-yê jî, di demek nêzîk de, dê piştgiriya aboriya Tirkiyê û welatên din bike.

Krîza prîmabilind bûye agir û hemû deveran dişewitîne

Ev krîz hemû tiştên li ber xwe hilwedişîne. Aboriyên herî zexm û pêşveçûyî li ber şewata krîzê wek berfê dihelin. Bi kurtasî, em dikarin bêjin ku krîza prîmabilind bû sedema destpêkirina pengiya aborî. Hemû sektorên aborî êşên krîzê dikişînin.
Li gelek welatan rewşa aborî roj bi roj aloztir dibe. Welatên wek Island diçin îflasê û li benda alikariya welatên dewlemend û IMF-ê ne. Bi rastî, rewşa îroyî rewşeke awarte ye. Zirara borseyên cihanê her ku diçe zêde dibe. Heta niha, borseyan 25 000 milyar dolar wendakirin. Şîrketên ku di ev borseyan de cih digrin kapîtalîzasiyona (bihaya şîrketê) wan ji 50% kêm bû.

Çareseriya dawîn : divê sîstema fînansî ya navnetewî ji nû ve were avakirin ?

Bêgûman, ev krîz wek qanserê her ku diçe giran dibe. Planên ku heta niha hatin avakirin nikarin pêşiya krîzê bigrin. Krîza fînansî bi planên wek Plana Paulson yan jî Plana G7 nikare were çareserkirin.
Lewma Yekîtiya Ewrûpî bi serokatiya Fransa û bi piştgiriya welatên asyayî dixwaze li Washingtonê di 15-ê Çiriya Paşîn de civînekê lidarxînin. Di vê civînê de, 20 welatên herî dewlemend (G20) dê ditîna xwe bînin zimên. Yekîtiya Ewrûpî hêvî dike ku G20 biryarên jêhatî bigre.
Hêviya herî mezin guhertina sîstema fînansî ya cihanê ye. Niha tê xuyakirin ku çareserî ne planên netewî ye. Gelek dewletên zirarê ji krîzê dibînin dixwazin bingeha sîstema fînansî ya navnetewî ji nû ve were avakirin.
Bêşik, biryarin ku 15-ê mehê werin girtin dê baweriya veberdêran (investors) xurt bikin.

Destpêkirina pengiya aborî

Lê mixabin, pirsgirêka herî girîng pengiya aborî ye. Gelek aboriyên cihanê, pirranî aboriyên pêşveçûyî hêdî hêdî ber bi xeterekî mezin ve diçin. Rewşa şîrketên navnetewî gelekî xirab in. Wek mînak, General Motors ku sembola bilindiya aboriya Amerîkayê bû, niha jî tê xuyakirin ku bê alikariya Dewletê ew ê nikaribe li ser piyan bisekine. Bi vî awayî, gelek şîrket diçin îflasê.
Lewma Dewletên wek Amerîka û Japon planên ji bo piştgiriya aboriyên xwe sazdikin. Dewleta japonî fonek 207 milyar euro amade kiriye û gelek nûsaziyan (reforms) dê pêk bîne. Japon dixwaze giraniyê bide ser xurtkirina xerîdarî ya malbatan (household consumption). Ji bo vî planê pêk bîne, tê payîn ku ji malbatan re alikarî were kirin, bac (tax) were kêm kirin, krêdî were dayin, hwd.
Welatên din wek welatên Yekîtiya Ewrûpî jî înîsiyatîfên wisa digrin. Lê xeterbûna krîzê nîşan dide ku pengiya aborî her ku diçe dijwar dibe. Wisa xuya dibe ku ev krîz dê berdewam bike.

Bêguman, cavanên cihana finansî û aborî li ser civînên navnetewî ne. Di vê dema krîzê de, mirovên lîberal jî hêdî hêdî pêwîstiya regulasiyonekî dipejirînin.

Aucun commentaire: