Rechercher dans ce blog

jeudi 6 novembre 2008

Ji krîza fînansî ber bi pengiya aborî (recession)

Krîza ku li Amerîkayê destpêkir sînoran nasnake. Çareseriyên ku heta niha hatin pêşniyarkirin di nav agirê krîzê de tên şewitandin.
Bi rastî, mirov dikare bêje ku ev krîz di dîroka fînansê de krîza herî mezin e. Di nav demeka kurt de û bi lez li cihanê belav dibe. Globalîzasyon çawa ku mirovatiyê pêşve dibe, wisa jî krîzan giran dike.

Wek dihate payîn, ev krîz hêdî hêdî derbasî sektora aborî dibe. Bêşik, dema ku krîz dibe aborî rewşa mirovan xirabtir dibe ji ber ku hêza kirîna (purchasing power) wan dikeve. Destpêkirina pengiya aborî dide xuyakirin ku krîza fînansî hêdî hêdî dest diavêje aboriya rêel.

Faktorên ku pengiya aborî nîşan didin

1) Fînansmana şîrketan dijwar dibe

Krîza ku banqa derbas dikin dibe sedema pirsgirêkên şîrketan jî. Di vê rewşê de gelek banqa nikarin krêdî bidin şîrketên ku pêwîstiyên wan hene. Fînansmana demkurt ji bo pirr şîrketan gelekî grîng e. Mixabin, ev fînansman niha dijwar bûye ji ber ku bawerî nemaye. Herwiha krêdî kêm dibe û gelek şîrket nikarin finansmanek demkurt bidestxin.

2) Gelek şîrket diçin îlflasê

Ji serê salê heta niha hejmara şîrketên diçin îflasê zêde dibe. Ev bûyer di hemû sektoran de tê dîtin : sektora xaniyan (house market), sektora avahî (construction) û sektora otelvaniyê. Li gorî analîzan, şîrketên ku otofînansmana wan kêm in dê biçin îflasê ji ber ku banqayên ku alikariya wan dikirin êdî nikarin ji pirsgirêkên wan re bibin çareser.

3) Hilberîna pîşesazî (industrial production) paşve diçe

Krîza prîmabilind li hemû sektoran belav dibe. Şîrketên sanayî ku heta niha berxwedidan û xwe ji krîzê diparastin sînyalên negatîf didin
Em dikarin minaka sektora ku herî zirara mezin ji krîzê dibîne bidin. Stokên şîrketên trembêlan çêdikin her ku diçe bilind dibe ji ber ku hêza kirînê ya kirîngeran dikeve. Ev rewş jî dibe sedema nefrotina trembêlan. Herwiha dema ku şîrketên sanayî nikaribin malê xwe bifroşin çêkirina xwe kêm dikin û giraniyê didin ser stokqedandinê.

4) Bêkarî zêde dibe

Bêgûman heljimarên tên weşandin rêdidin ku rewşa aboriya cihanê roj bi roj xirabtir dibe. Saziya Navnetewî ya Xebatê (International Labour Organization) da xuyakirin ku di nav salekê de hejmara bêkaran dê ji 190 milyonan derbasî 210 milyonan bibe.

5) Xerîdarî ya malbatan (household consumption) kêm dibe

Hemû kes fahm dike ku dema krîz çêdibe rewşa aboriya mirovan jî xirab dibe. Derfetên tişt kirînê kêm dibin. Li gorî teoriya aborînasê navdar Keynes, bingeha mezinbûna aborî (economic growth) xerîdarî (consumption) ye. Lewma xerîdarî ji bo aborî gelekî girîng e. Mixabin, niha jî xerîdarî ya malbatan kêm dibe, ev jî gelekî zirarê dide aboriyê.


Faktorên ku hatin destnişankirin kûrbûna krîzê didin xuyakirin. Bêgûman, wisa tê dîtin ku krîza prîmabilind dê berdewam bike. Lewma, pêwîst e ku em ji bo rojên dijwar xwe amade bikin.


24 / 10 / 2008

Aucun commentaire: